Otomobîl û mînîbusa karkerên çandiniyê li hev qelibîn: 17 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêya Elezîz-Meletiyê pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Ekleme: 24.07.2022 14:20:30 / Güncelleme: 24.07.2022 14:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza îro danê sibê li 43emîn kîlometreya rêya Elezîz-Meletiyê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusek û wesayîteke ku ji Elezîzê diçû baxên mişmişan ên li Meletîyê ji ber sedemeke ku nehat zanîn li hev qelibîn.

Li gorî agahiyên destpêkê 17 kes birîndar bûne ku birîna yekî  ji wan giran e. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, UMKE û ekîbên cendirme sewqî herêmê hatin kirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil hatin rakirin nexweşxaneyan, ekîbên cendirmeyê derbarê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin. (ÎLKHA)