Rusya li Îdlîbê êrîşa asîmanî li dar xist: 4 jê zarok 7 mirî

Parastina Sîvîl ya Sûrîye (Kûmên Sipî) daxuyandin ku balafirên herbê yê Rusyayê êrîş li çoltera Îdlîbê kirin, di encama êrîşê de 4 jê zarok tev de 7 kes canê xwe ji destd an û 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.07.2022 12:10:01 / Güncelleme: 22.07.2022 12:10:01 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Parastina Sîvîl ya Sûrîye ku di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kirine ve, balafirên Rusyayê li çoltera Îdlîbê êrîş li xanîyên sîvîl ên ku ji li wê derê derketine û cotgeha mirîşkan kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama êrîşê de 4 jê zarok 7 sîvîl canê xwe ji dest dan û 8 jê zarok 12 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneyan. (ÎLKHA)