Li Pakistanê ji ber barana zêde hejmara miriyan derket 90'î

Li eyaleta Belûcistan a Pakistan'ê hejmara kesên ku di barana zêde ya ku ji 1'ê Hezîranê vir va bi bandore 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.07.2022 14:20:32 / Güncelleme: 21.07.2022 14:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya ku ji teref Rêveberiya Karesatên Belucistanê ve hat dayîn, di nava 24 se'etên dawî de li bajarên Ketta û Jaffarabadê ji ber barana zêde 3 kesên ku di nav wan de zarokek jî heye jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaletê ku ji ber barana zêde ya ji 1'ê Hezîranê vir ve dibare hejmara miriyan derket 90'î û 63 kesan jî birîndar bûn.

Li eyaletê ji ber lehiyê nêzî 4 hezar xanî xera bûn, 9 pir û gelek rê jî di bin avê de man.

Hat diyarkirin ku li wilayetê piştî 30 salan cara ewil baraneke bi vî rengî dibare. (ÎLKHA)