Li Meksîkayê helîkoptera ku beşdarê operasyona baronên tiryakê bû ket xwarê: 14 mirî

Rafael Caro Quînteroyê baronê tiryakê ku bû 10 sal e li Meksîkayê dihat lêgerîn, di encama operasyonek de hat qefaltin. Di encama ketina helîkoptereke ku beşdarê operasyonê bûye de 14 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 16.07.2022 11:30:32 / Güncelleme: 16.07.2022 11:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fîloya Meksîkayê, daxuyand ku ew Rafael Caro Quinteroyê baronê navdar ku pêçîya wî di kuştina ajaneke Daîreya Micadeleya bi Tiryakê ya Emrîqayê ku di sala 1985an de hatibû kuştin de heye qefaltin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Meksîkayê hatine bidestxistin Caro Quintero, di dema operasyona ku li bajara San Sîmona wîlayeta Sînaloayê de di dema ku xwe di nav çalîyan de vedişart ji teref kuçikê lêgerînê yê ku navê wî “Max” e ve hat qefaltin.

Fîloya Meksîkayê daxuyand helîkoptera Blackhawkê ku 15 kes tê de bûn di dema operasyonê de li nêzê qesebeya Los Mochîsê ket xwarê.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin 14 kesên ku di nav helîkopterê de bûne mirin û kesek jî giran birîndar bû. Sedema qezayê nayê zanîn û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)