Li Efxanîstan’ê qeza: 8 mirî 11 birîndar

Bexlana ku wilayeta Efxanîstan’ê ye di encama qelibîna otobusê li qamyonê ve 8 rêwî canê xwe ji dest dan 11 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 16.07.2022 11:25:26 / Güncelleme: 16.07.2022 11:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya Karî Nazîrullah Abîdî ku Şêfê Polîsên Trafîkê Bexlanê ye de hate diyarkirin ku di bajarê Pulxumrîyê otobusek li qamyoneke ku ji aliyê din dihat de qelibî.

Abîdî destnîşankir ku, di encama qezayê de hinek ji wan zarok û pîrek 8 kesan mirin, 11 kesan jî birîndar bûn.

Abîdî destnîşan kir ku sedema qezayê ji ber xemsariya şofêrê otobusê çêbûye, piştî bûyerê şofêr reviyaye û ji bo girtina wî xebat hatine destpêkirin.

Hat diyarkirin ku birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û rewşa hinek birîndaran jî giran e. (ÎLKHA)