Li Bodrumê agir bi daristanê ket: Bi 7 balafir û 6 helîkopteran midaxeleyî şewatê tê kirin

Hat ragihandin li navçeya Bodruma Muxlayê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn agir bi daristanê ket.

Ekleme: 10.07.2022 17:15:31 / Güncelleme: 10.07.2022 17:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ku bi şewatê hat hesîn bi 7 balafir û 6 helîkopteran û her wisa bi 20 arazor û 3 dozeran midaxeleyî şewatê tê kirin.

Midûrtîya Giştî ya Daristanan destnîşan kir, piştî 11 deqîqe ji ser şewatê derbas bûn re midaxeleyî şewatê hat kirin.

Midaxeleya ku tê kirin berdewam e.(ÎLKHA)