Êrîşa bi çekdar li Serokwezîrê berê ya Japonya yê Şînzo Abe hat kirin

Serokwezîrê berê yê Japonyayê Şînzo Abe dema ku li bajarê Nara yê li rojavayê welêt axavtinek dikir Êrîşeke çekdar lê hat kirin.

Ekleme: 08.07.2022 09:50:30 / Güncelleme: 08.07.2022 09:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Televîzyona NHK’ê ragihand ku Abe yê 67 salî yê ku di dema axaftinê de gule li pişta wî ketiye li erdê ket û xuya bû ku xwîn jê tê.

Hat ragihandin ku rewşa serokwezîrê berê giran e.

Waliyê berê yê Tokyoyê Yoîçî Masuoze got ku Abe ve girtina dil a ji nişka ketibû. Ev binavkirin berî ku mirin bi fermî li Japonyayê were pejirandin tê bikaranîn.

Abe ku li Japonyayê serokwezîrê herî demdirêj bû, ragihandibû ku di sala 2020’an de ji ber nexweşiya rûvî yê xwe de dev ji wezîfeyê berda bû. (ÎLKHA)