Ji Weqfa Evîndarên Pexember peyama Cejna Qurbanê

Di peyama ku ji teref Weqfê ve bi minasebeta Cejna Qurbanê hat belavkirin de hat diyarkirin ku “Em Misilman dema ku cejnê fêm bikin divê teslîmbûna Hz. Îbrahîm û Îsmaîl bînin bîra xwe. Çimkî ummet îro muhtacê vê teslîmîyet û fedakariyê ye."

Ekleme: 07.07.2022 16:09:57 / Güncelleme: 07.07.2022 16:09:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Endamê Lijneya Weqfa Evîndarên Pêxember Nurettîn Teymûr ku li ser navê Weqfê daxuyanî da, Cejna Qurbanê li umeta Îslamê pîroz kir.

Teymur diyar kir ku ew bi hatina Cejneke din a Qurbanê kêfxweş in û got ku ummeta Îslamê bi taybetî Mislimanên ku wecîbeya hecê bi cih tînin bi coşeke mezin vê cejnê li hemû dinyayê û li welêt pêşwazî dikin.

“Misilman dîsa bajarokên pîroz şên kirin”

Teymûr bi bîr xist ku Misilman ji ber şewba vîrusê 2 sal in nikarin hecê bikin û diyar kir ku, “Mekke, Medîne û bajarên pîroz ‘adeta sêwî mabûn. Elhemdulîllah, Misilman îsal jî ev cihên pîroz şên kirin. Hemd ji Xwedayê ku careke din me bi bextewariya Hecê kêfxweş kir."

“Qurban xilasbûna ji hemû bendan û  nêzîkbûna ber bi Xwedê ve nîşan dide”

Teymûr bi bîr xist ku ‘Eyda Qurbanê yek ji du cejnên pîroz e ku Xweda ji Misilmanan re diyarî kiriye û cihê kêfxweşiyê ye. Teymûr dû re axavtina xwe wisa domand: “Cejna Qurbanê ya ku ji serdema Hz. Îbrahîm ve ji aliyê ehlê tewhîdê ve tê pîrozkirin; nîşana teslîmiyet, fedakarî, îta’et, dilsoziya di rêya Xwedê de û fedakariyê ye. Qurban bi xilasbûna ji hemû bendan û nêzîkbûna ber bi Xwedê ve nîşan dide."

“Mûminên ku doza Hezretî Îbrahîm û Îsma’îl dane li ser milan ev rojên bi qedr û qîmet wek cejnê îdraq dikin”

Teymûrê ku destnîşan kir “Hz Îbrahîm û Hz Îsmaîl xilas bûyîna bi hemû cure bend û bendeyan bi temamî teslîmî Xweda bûne” di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Ew, bê şert û merc ev mezinatiya ‘evdbûna Xweda jiya bûn. Li hemberî teslîmiyet û fedakariya wan, Xwedayê mezin ev roj ji bo wan û hemû ehlê tewhîdê wek cejn îlan kir. Bawermendên ku di dîrokê de doza Îbrahîm û Îsmaîl girtine ser milên xwe, vê roja bi qedr û qîmet wek cejnekê dibînin.”

“Ummet îro ji her tiştî zêdetir hewcedarê teslîmîyetê û fedakarîyê ye”

Teymûr di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Dema ku em vê cejnê bi bereket ferq bikin divê em Misilman teslîmiyet û fedakariya Hz. Îbrahîm û Îsmaîl bi bîr bînin. Ji ber ku ummeta Îslamê îro ji her tiştî zêdetir muhtacê vê teslîmiyet û fedakariyê ye. Yê ku umeta Îslamê ji bindestî, zilm, parçebûn û wêraniyê rizgar bike, ev rûmet in. Hişmendiya Îbrahîmî û Îsmaîlî ye. Bi vê minasebetê em Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di vê rêya mubarek de ji bo belavkirina goştê qurbanê di rojên eydê de ji Xweda re canê xwe feda kirin bi bîr tînin û şehadeta wan pîroz dikin."

“Tekbîrên teşrîqê ji dil û zimanên xwe kêm nekin”

Teymur, destnîşan kir ku divê di cejnê de tekbîrên teşrîqê neyên jibîrkirin û dawîya axavtina xwe de wisa got: “Em ji gelê xwe yê Evîndarên Pêxember re tewsîye dikin ku di rojên ‘eydê de li gorî sunneta Pêxember tevbigerin û di tekbîrên teşrîqa ku wê ji nimêja sibê ya roja ‘Erefatê dest pê bikin û heta nimêja ‘esr a roja çaran a eydê berdewam bikin de ji ziman û dilê xwe kêm nekin.

Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember hêvî dikin ku bi vê minasebeta ‘Eyda Qurbanê ummeta Îslamê bibe xwedî helwesteke Îbrahîmî ya li dijî zilmê; bibe xwedîyê dilsoziya Îsmaîlî. Her wusa em ji endamên xwe re dia dikin da ku di xebatên xwe de bibin xwedîyê hewldaneke Hacerî. Bi vê minasebetê em Cejna Qurbanê ya ummeta Îslamê pîroz dikin û ji Xwedayê xwe yê mezin hêvî dikin ku ev ‘eyd bibe wesîleya xêran.” (ÎLKHA)