Mahmud Abbas û Henîyyeyê serokê HAMASê hatin cem hev

Mahmud Abbasê Serokê Bireveberîyê El-Fetîhê û Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Hamasê piştî çend salan li Cezayîrê cara yekem hatin cem hev.

Ekleme: 06.07.2022 15:25:32 / Güncelleme: 06.07.2022 15:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Biroya Sîyasî yê Hereketa Berxwedana Îslamî (Hamas), di zîyareta li Cezayîrê ya ku bi dawetvanîyê Abdulmecîd Tebbunê Serokkomar bû û zîyaret kir de, beşdarî bernameya ku bi minasebeta 60emîn a salvegera qezenckirina welêt ya li hember îşxala Fransayê hat tertîpkirin bû.

Henîyye li Cezayîra paytext, bi tevî giregirên vê welatê û serokên welatên Ereb yên dinê ku hatibûn bernameyê re rapêşê yekîneyên leşkerî temaşe kir.

Henîyye, di dema bernameyê de bi Mahmud Abbasê Serokê Bireveberîyê El-Fetîhê re ev çend sale bû cara yekem hat cemhev. (ÎLKHA)