Li Gazîantep’ê veguhastina navbajêr re zem hat kirin

Li Gazîentabê ji serê salê vir va cara sêyemîn heqê veguhastina navbajêr hat zêdekirin û ji 7ê tîrmehê pê va ev zêdekirin wê derbasdar be.

Ekleme: 05.07.2022 18:05:35 / Güncelleme: 05.07.2022 18:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ku li Gazîentabê mesref zêde bûn, bûhaya veguhastina navbajêr cara sêyemîn hat zêdekirin. Seyrûsefera tam bû 6,95 TL. Hat destnîşankirin ku ev tarîfe wê ji 7ê Tîrmehê pê va derbasdar be.

Ji teref Midûriyeta Koordînasyona Navenda Veguhastinê (UKOME) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentap’ê ve, derbarê zêdekirina heqê wesayeta gel da civînek hat lidarxistin.

Di çarçoveya biryarên ku di civînê de hatin girtin de, bihayên tam ên otobus û tramvayê yên şaredariyê ji 5,20 TL bû 6,60 TL, ya  daxistî ji 4,90 TL bû  6,10 TL, ji bo xwendekaran ji 2,20 TL bû 2,90 TL.

Bihayên tam  a otobusên taybet ên bajêr ji 5,50 TL bû 6,95 TL, a daxistî ji 5,20 TL bû 6,40 TL, a xwendekaran jî ji 2,70 TL derket 3,50 TL. (ÎLKHA)