Li Japonyayê hêjmarên mirîyên ku ji ber germa dimrin zêde dibe

Ji ber demsala baranê ya herî kêm a ku ji sala 1951'an vir ve li paytexta Japonyaya Tokyo û derdora wê tê dîtin, piştî li bajêr germahi zêde dibe û rekor tê şikestin hêjmarên kesên ku canê xwe ji dest didin jî zêde dibin.

Ekleme: 02.07.2022 08:55:33 / Güncelleme: 02.07.2022 08:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarê ku termometre 6 roj li pey hev nirxên 35 Dereceyî nîşan dan, hat ragihandin ku doh 294 kesên ku ‘emrê wan di navbera 6 û 97 salî de ne ji ber nîşaneyên germbûnê hatin rakirin nexweşxaneyê, 17 kes jî ji ber germa zêde canê xwe ji dest dan.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) daxuyand ku germahiya zêde ya ku dibe ku ji 40 dereceyî derbas bibe, di rojên pêş de jî wê bi berdewam bibe. (ÎLKHA)