Li Meletîyê di navbera du koman de şer û pevçûna çekdarî: 2 mirî 6 birîndar

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê di kafeyekê de di navbera du koman de şer û pevçûna çekdarî pêk hat.

Ekleme: 19.06.2022 11:45:36 / Güncelleme: 19.06.2022 11:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh derdora seat 16.15an de li Taxa Yenîhamamê pêk hat.  Tê diyarkirin şer û pevçûn di navbera xwedî û xebatkarên kafeyê û komeke din de pêk hat. Di encama pevçûnê de Remzi Erşahin û Halil Ulutaş li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û 6  kesên bi navê S.B, M. T, M.A, M.A, İ.A. û S.K. birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexwşexanê û kesên bi navê E.E, E.C.E, M.E, F.D û S.K hatin binçavkirin.(ÎLKHA)