Li Bangladeşê 9 kes ji brûskê mirin

Li bakura Bangladeşa ku ji ber baranên Musonê bi xirabî tesîrdar dibe, brûsk li 9 kesan ket û canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.06.2022 10:50:31 / Güncelleme: 18.06.2022 10:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku herêmên Sunamganj û Sylhetê ji ber baranên Musonê û lehîyê bi sedhezaran kes asê mane, 9 kesên ku brûskê li wan sixt jî canê xwe ji dest dan.

Ji teref rayedarên Meteorolojîyê ve hat daxuyandin ku ew ê di seatên pêşî de baran tesîra xwe zêde bike.

Ji bona xebatên lêgerîn û xelaskirinê leşker jî hat wezîfedarkirin.

Hat ragihandin ku li herêmên Sunamganj û Sylhetê ji ber qutbûna ceryanê xizmeta ceryanê jî nayê dayîn. (ÎLKHA)