Li Îspanyayê trêna rêwîyan û lokomotîfek li hev qelibîn: 30 birîndar

Hat destnîşankirin ku li bajara Tarragonaya Îspanyayê trêneke rêwîyan û lokomotîfek li hev qelibîn, di encama qezayê de herî kêm 30 kes birîndar bûn.

Ekleme: 13.06.2022 10:05:31 / Güncelleme: 13.06.2022 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, trêna rêwîyan ku 75 rêwî tê de bûn li herêma Vîlasecaya bajara Tarragonayê li lokomotîfeke barkêş qelibî.

Di encama qezayê de 30 rêwî birîndar bûn. Ekîbên tenduristî û lêgerîn-xelaskirinên ku ji cihê qezayê re hatibûn sewqkirin, rêwîyan tehlîye kirin.

Hat daxuyandin ku rewşa rêwîyan baş e.

Ji ber qezayê ji herêmê re hinek seferên trênê hatin sekinandin.

Sebeba qezayê hê nayê zanîn. (ÎLKHA)