• DOLAR 33
  • EURO 35.401
  • ALTIN 2460.422
  • ...
Li Îspanyayê trêna rêwîyan û lokomotîfek li hev qelibîn: 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, trêna rêwîyan ku 75 rêwî tê de bûn li herêma Vîlasecaya bajara Tarragonayê li lokomotîfeke barkêş qelibî.

Di encama qezayê de 30 rêwî birîndar bûn. Ekîbên tenduristî û lêgerîn-xelaskirinên ku ji cihê qezayê re hatibûn sewqkirin, rêwîyan tehlîye kirin.

Hat daxuyandin ku rewşa rêwîyan baş e.

Ji ber qezayê ji herêmê re hinek seferên trênê hatin sekinandin.

Sebeba qezayê hê nayê zanîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir