Rejima îşxalker bi fuzeyan êrîşî Surîye kir

Parastina hewaya Surîye, gelek fuzeyên ku hatibû avêtin li başûra Surîye asteng kir, encax di ecama êrîşê de kesek birîndar bû.

Ekleme: 10.06.2022 15:05:34 / Güncelleme: 10.06.2022 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya ku girêdayê rejima Surîyeyê ye, rejima îşxalker ji Girên Golanê ku di binê îşxalê ye de fuzeyan avêt ‘erdên Surîyeyê.

Hat destnîşankirin ku piranîyê fuzeyan ji teref sîstema parastina hewayî ve hat astengkirin, lê kesek birîndar bû û li derdorê xesarek meddî pêk hat.

Rejima îşxalker, di nav vê mehê de û mehek borî jî bi fuzeyan êrîş li ‘erdên Surîyeyê kiribû (ÎLKHA)