Li Muxlayê di navbera 5 rojan de li 17 cihan şewat derket

Li Muxlayê di encama ketina brûskê de di navbera 5 rojan de li 17 cihan şewat derket.

Ekleme: 06.06.2022 17:40:36 / Güncelleme: 06.06.2022 17:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Muxla û navçeyên wê de 5 roje baranek bi şîddet pêk tê û brûsk dikevin ji ber vê yekê di encama ketina brûskan de şewat derket.

Di encama ketina brûskan de di 17 herêmên daristanê de şewat derket.

Ji terev rayedaran ve hat destnîşankirin ku şewatên ku li navçeyên Seydîkemer, Fethîye, Dalaman, Ula, Marmarîs, Menteşe, Mîlas û Bodrimê derketin ji ber brûskê pêk hatin, şewatên ku derketin jî di encama midexeleya him di hewayê de û him jî di ‘erdê de hatin tefandin.

Hat destnîşankirin ku di encama şewatê de li daristanê nêzê 2 hektar cih zirarê dît. (ÎLKHA)