Li Kubayê barîna barana zêde: 3 mirî

Hat destnîşankirin ku li rojavaya Kubayê ji ber barîna barana zêde 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.06.2022 10:25:31 / Güncelleme: 04.06.2022 10:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarên Havana û Pînar del Rîoya Kubayê baranekê bi şîddet tesîr bû û ji ber barana bi şîddet li bajara Havanayê 2 kes, li bajara Pînar del Rîoyê jî kesek canê xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku di encama barîna barana zêde li Havanaya paytexta Kubayê ji 60î zêdetir avahî jî zirarê dîtin, nêzê 20 kesan bêmal man û ji hezaran zêdetir mirov jî hatin tehlîyekirin.

Li gorî agahîyan ji 75 hezarî zêdetir kes jî bêceryan man e. (ÎLKHA)