Li Bêdlîsê qeza: 10 birîndar

Li ser rêya Tetwan-Wanê di têketina Tinêla Kuskunkiranê de du erebe li hev qelibîn û 10 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.06.2022 09:35:32 / Güncelleme: 04.06.2022 09:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî aggahîyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Tetwana Bêdlîsê di têketina Tinêla Kuskunkiranê de qemyoneta bi plaqeya 06 HLV 43 li erebeya bi plaqeya 72 ABB 816 qelibî.

Di encama qezaya ku li Gundê Alacabuka ku girêdayê Tetwanê ye pêk hat de 10 kes birîndar bûn û ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û AFAD hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku rewşa birîndarek giran e. (ÎLKHA)