Siûd, ji kesên ku bên hecê re şerta vaksîn û testa covîd-19ê anît

Otorîteya Giştîya Hewavanîya Sîvîl ya Erebîstana Siûdî, ji bona îbadeta hecê ji kesên ku bên hecê re şerta vaksîn û testa negatîf a covîd-19ê anît.

Ekleme: 03.06.2022 11:50:28 / Güncelleme: 03.06.2022 11:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otorîteya Giştîya Hewavanîya Sîvîl ya Qraltîya Siûdî (GACA) derheqê lazimatîya tenduristîya ji wan kesên bên hecê bê daxwazkirin de giştînameyek belav kir.

Li gorî giştînameya ku hewavanîya bi taybet û hewavanîya dewletê jî digre nav xwe, lazim e ku wan namzedên hecê gerek di binê 65 salî de bin, gerek vaksîna wan tam be û berîya 72 seat ku were qraltîyê gerek testa wan ya PCRê ya negatîfê hebe û van tiştan nîşan bide.

ji teref GACAyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin wan kesên ku riayetê van giştînameyan nekin ew ê bên hesibandin ku ew emrên dewletê îxlal dikin û ji ber vê yekê ew ê derheqê wan de tedbîrên qanûnî bê girtin. (ÎLKHA)