Şahbaz Şerîfê Serokwezîrê Pakîstanê îro tê Tirkîye

Şerîfê Serokwezîrê Pakîstanê, ew ê di navbera tarîxa 31 Gulan- 2 Hezîrenê de bi tevî lijneya ku di nav wê lijneyê de wezîr û rayedarên bilind jî hene ew ê bê Tirkîye û zîyaretek fermî bike.

Ekleme: 31.05.2022 09:55:27 / Güncelleme: 31.05.2022 09:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şerîfê ku di dema hatîye hilbijartin heta niha cara yekem tê Tîrkîye, piştî hevdîtina Serokkomar Erdogan ew ê beşdarê hevdîtina ku di navbera lijneyan de bê tertîpkirin jî bibe.

Hat destnîşankirin ku ew ê di piştî hevdîtina ku ew ê derheqê meseleyên navneteweyî û herêmî de hevdîtinên dualî bêkirin de daxuyanîyek çapemenî bê tertîpkirin.

Şerokwezîr Şerîf, ew ê beşdarê şîva ku ji bona şanazîya Serokkomar Erdogan bê dayîn jî bibe.

Hat ragihandin ku ew ê lijneyek ku ji karsazan tê tertîpkirin jî Tirkîyeyê zîyaret bike. (ÎLKHA)