Di encama êrîşên rejima îşxalker de 79 kes birîndar bûn

Rejima îşxalker a sîyonîst li Qudsa ku di bin îşxalê da ye êrîş li Filistînîyan kir, di encama êrîşan de 79 Filistînî birîndar bûn û 30 Filistînî jî hatin desteserkirin.

Ekleme: 30.05.2022 09:50:29 / Güncelleme: 30.05.2022 09:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Filistînîyan, doh li giştîyê Qudsê ji ber êrîşên Rejima sîyonîst a îşxalker ku li Mescîdî Eqsayê kir û ji ber daxwaza wan îşxalkeran ku dixwastin  “Meşandina Alê” bikin xwepêşandanan kirin.

Hîva Sor a Filistînê daxuyand ku, di encama êrîşên rejima îşxalker û Cihûyan de 79 kes birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji wan birîndaran 28 kesên wan li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin, birîndarên dinê jî li cihê êrîşê hatin tedawîkirin.

Hat destnîşankirin ji bona ku birîndar bên tedawîkirin li herêma Al-Suwanehê nexweşxaneya sehrayê hat sazkirin.

Li gorî agahîyan ji doh heta niha jî 30 Filistînî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)