• DOLAR 32.589
  • EURO 34.87
  • ALTIN 2499.378
  • ...
Di encama êrîşên rejima îşxalker de 79 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Filistînîyan, doh li giştîyê Qudsê ji ber êrîşên Rejima sîyonîst a îşxalker ku li Mescîdî Eqsayê kir û ji ber daxwaza wan îşxalkeran ku dixwastin  “Meşandina Alê” bikin xwepêşandanan kirin.

Hîva Sor a Filistînê daxuyand ku, di encama êrîşên rejima îşxalker û Cihûyan de 79 kes birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji wan birîndaran 28 kesên wan li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin, birîndarên dinê jî li cihê êrîşê hatin tedawîkirin.

Hat destnîşankirin ji bona ku birîndar bên tedawîkirin li herêma Al-Suwanehê nexweşxaneya sehrayê hat sazkirin.

Li gorî agahîyan ji doh heta niha jî 30 Filistînî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir