Li Pensîlvanyayê êrîşa bi çek: 3 jê giran 5 birîndar

Li eyaleta Pensîlvanyayê ya Amerîkayê di êrîşa bi çek a ku li nêzî zanîngehekê hat lidarxistin de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 19.05.2022 09:40:32 / Güncelleme: 19.05.2022 09:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li nêzîkî Zanîngeha Temple ya li Philadelphiaya bajara Pensîlvanyayê qewimî.

Li gor medyaya Amerîkayê, 2 kesên şikdar ji ber sedemeke nediyar êrişî xelkê derdora zanîngehê kirine.

Di êrîşê de 3 jê jin 5 kes bi guleyên ku li bedena wan ketin birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e. Birîndar bi ambûlansên ku sewqî herêmê hatin kirin hatin rakirin nexweşxaneyê.

Di encama lêkolînên ku piştî bûyerê hatin kirin de 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Berdevkê Zanîngeha Temple got ku di nav qurbaniyan de tu xwendekar tune ne. (ÎLKHA)