• DOLAR 32.269
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2399.912
  • ...
Li Pensîlvanyayê êrîşa bi çek: 3 jê giran 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li nêzîkî Zanîngeha Temple ya li Philadelphiaya bajara Pensîlvanyayê qewimî.

Li gor medyaya Amerîkayê, 2 kesên şikdar ji ber sedemeke nediyar êrişî xelkê derdora zanîngehê kirine.

Di êrîşê de 3 jê jin 5 kes bi guleyên ku li bedena wan ketin birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e. Birîndar bi ambûlansên ku sewqî herêmê hatin kirin hatin rakirin nexweşxaneyê.

Di encama lêkolînên ku piştî bûyerê hatin kirin de 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Berdevkê Zanîngeha Temple got ku di nav qurbaniyan de tu xwendekar tune ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir