Rejima îşxalker a sîyonîst 50 sal dû re ji Çadê re sefîr tayîn kir

Ben Bourgelê Sefîrê ku rejima îşxalker wî tayîn kir, ji Muhammed Îdrîs Debî Îtnoyê Serokê Dewletê yê Çadê re nameya ewleyî teqdîm kir.

Ekleme: 18.05.2022 14:45:31 / Güncelleme: 18.05.2022 14:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Munasebetên navbera Çad û rejima îşxalker, piştî zîyaretkirina Binyamîn Netanyahu ku di tarîxa 2019an de zîyaret kiribû normal bû.

Di hevdîtina Netanyahu û Îdrîs Debîyê Serokkomar yê Çadê de, di hinek meseleyên hevkarîyê de mitebeqetan kiribûn.

Pêvajoya normalbûnîya rejima îşxalker a bi welatên Ereb re di nav 42 salan de bi tenê Misir û Urdinê re hebû.

Dû re di serî de bi rejîma Siûd re û bi welatên Îmarat, Fas, Bahreyn, Çad û Sudan jî bi rejima îşxalker re normalbûnîyê qebûl kirin û bi wî re mitebeqetan îmze kirin. (ÎLKHA)