HUDA PAR: Qirara Meclîsa Iraqê bila ji hemû welatên Îslamê re bibe mîsal

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanîya nivîskî hat belavkirin.

Ekleme: 16.05.2022 14:30:32 / Güncelleme: 16.05.2022 14:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê zivirandina penaberên Sûrîyeyî, cînayeta Ebu Akîleya ku ji teref rejima îşxalker ve hat kuştin û qirara qanûna ku Meclîsa Iraqê girt de nirxandinan hat kirin.

“Li Sûrîyeyê şertên ji bona zivirandinê hê çênebûye”

Di daxuyanîyê de li ser banga UNICEFê yê ku bang kiribû ku li Sûrîyeyê ji 12,3 milyonî zêdetir zarok mihtacên alîkarîya însanîyê ne û ji ber vê yekê di sala 2022yan de ji bona Sûrîyeyê 10,5 milyar dolar alîkarîya însanîyê bila bê komkirin hat destnîşankirin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku di sala 2011an heta niha li welata ku herb hê berdewam dike de roj bi roj krîza ku heye zêde dibe û weha hat gotin, “Fîyetên tiştên xwarinê yên ku ji ber herba Ukraynayê zêde bûne rewşa wan kesên ku li Sûrîyeyê dijîn an jî xwe parêstinê welatên cîran roj bi roj bi ber xirabîyê diçe. Şertên ji bona zivirandinê hê çênebûye. Ji bona vegerandina Sûrîyeyîyan heta ku rêyên ewlehî û serbilindî çênebe û wan bişînin nav nediyarîyê ev tişt bêwicdanîye. Ji bona ku direma însanîyê ku li Sûrîyeyê tê jîyankirin bê dawîkirin çareserîya sîyasî ya bê pêşemerc bê destpêkirin. Bi tevî ev tiştê bi tevî hevkarîya navneteweyî ji wan penaberên ku di nav welat de ne an jî li welatên cîranin re alîkarîya îqtîsadîyê bê kirin, ji bona avakirina welat jî gerek foneke hevpar bê sazkirin.”

Cînayeta Şîrîn Ebu Akîleya ku ji teref rejima îşxalker ve hatîye kirin

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku rejima sîyonîst a îşxalker di zilm û qetlîamên xwe de tu sînorek nasnake û kuştina Şîrîn Ebu Akîleya rojnemavana El Cezîreyê ku êrîşên rejima îşxalker daxwaz dikir ku bikşîne hat bibîranîtin.

Di daxuyanîyê de hat bibîranîtin ku Ebu Akîle bi tevî şebqe û êleka ku li ser ‘Press/Çapemenî’ dihat nivisandin hat kuştin û weha li daxuyanîyê hat zêdekirin, “Li hemû cîhanê, di nav herbê de parêzbendîya endamên çapamenîyê heye. Şîrîn Ebu Akîle, endama çapemenîyê ya ku ji teref rejima îşxalker ve hatîye kuştin ya ‘ewil nîne. Yekîneya Dîplomasîya Gel ya FKOyê, destnîşan kir ku îsraîla sîyonîst di sala 2000an heta niha 55 çapemenîya Filistînî kuştîye û 16 hebên wan jî di girtîgehê de girtîye. Rejima îşxalker a sîyonîst, ji bona ku beşdarî ji cinazeya rojnavemana ku ew kuştîye çênebe herêmê dorpêç kirîye û bi tevî cop, guleyên plastîk û bombeyên xazan êrîş li qefîleya cinazeyê kirîye. êrîşkirina li cinazeyê bi temamî wehşetek û hovîtîyek e. Em vê rewşê lenet dikin. Em ji hemû sazîyan û sazîyên navneteweyî û YNyê re ji bona vê meseleya kirêt bang dikin ku bila ji vê meseleyê re tehqîqateke serbixwetî bê vekirin.”

Meclîsa Iraqê tebrîk dikin

Di daxuyanîyê de qala qirara Meclîsa Iraqê ya ku girtibû ku normalbûnîya bi rejima îşxalkeran hatibû qedexekirin jî hat kirin û weha hat gotin, “Li gorî 7 qanûnên ku hatine qebûlkirin mirov an jî sazîyên ku bi rejima îşxalker re gavên normalbûnîyê bavêjin, ew ê bi cizaya xeniqandinê dikaribin bên darizandin. Em Meclîsa Iraqê yê ku vê qanûnê ku di vê qanûnê de meddeyên ‘Tu teşebusên ku bi rejima îşxalker re bikeve nav normalbûnîyê nayê qebûlkirin. Bi sîyonîstan re kirina munasebetên îqtîsadî, dîplomatîk, kultûrî, leşkerî an jî tiştên dinê qedexeye.’ Hene qebûl kirine pîroz dikin. Em vê qirara Meclîsa Iraqê hêvî dikin ku bila ji hemû welatên Îslamê re bibe mîsal” (ÎLKHA)