Serokê dewletê yê Mîrektîya Ereban hat hilbijartin

Piştî mirina Şêx Xelîfe bîn Zayed Al Nahyan, ji Serokatîya Dewleta Mîrektîya Ereban re Prensê Ebu Zebîyê Şêx Muhammed bîn Zayîd Al Nahyan hat hilbijartin.

Ekleme: 14.05.2022 14:40:31 / Güncelleme: 14.05.2022 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji cîhê Şêx Xelîfe bîn Zayed Al Nahyanê Serokê dewletê yê Mîrektîya Erebanê ku canê xwe ji dest da re, Şêx Muhammed bîn Zayîd Al Nahyan yê Prensê Ebu Zebîyê ji bona Serokatîya Dewleta Mîrektîya Ereban hat hilbijartin.

Li gorî xebera ajansa WAMa Mîrektîya Ereban, ji teref Konseya Bilind a Federalê ve îro ji bona Serokatîya Dewletê Şêx Muhammed bîn Zayîd Al Nahyan bi raya hevpar hat hilbijartin.

Bîn Zayîd Al Nahyanê ku di civîna ku Seraya Muşrîfê de axivî û ji bona ku bawerî bi wî anîne sipasîyên xwe li wan kir û ji bona ku di wezîfeyê de jî serfiraz bibe ji Xwedê Teala înayetê daxwaz kir. (ÎLKHA)