Di febrîqeya hesin û pola de teqîn: 2 mirî û birîndarek

Li navçeya Bozuyuka Bîlecîkê di nav febrîqeyekê hesin û pola de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 2 karker canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.05.2022 14:45:29 / Güncelleme: 12.05.2022 14:45:29 / Xeberen Kurdi / Bilecik Haberleri
Destek için 

Teqîn di nav febrîqeyekê ku li Herêma Senayîya Organîzeyê ya ku li navçeya Bozuyuka Bîlecîkê ye de pêk hat.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê de 2 jê giran tev de 3 karker birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê teqînê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. Ji birîndaran jî Alî G. û Enver G. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku rewşa Gunay T. Jî ne giran e.

Derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)