Mînîbûsa ku geştyarên Iraqî tê de bûn li qemyonê qelibî: 9 birîndar

Li navçeya Aksuya Entelyayê mînîbûsa ku geştyarên Iraqî tê de bûn li qemyonê qelibî, di encama qezayê de bi tevî şofêr 9 kes birîndar bûn.

Ekleme: 10.05.2022 14:45:30 / Güncelleme: 10.05.2022 14:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku geştyarên Iraqî tê de bûn li Çarrêya Pinarliya navçeya Aksuyê li qamyona ku di bin şofêrêrtîya M.O de bû qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil şofêrê mînîbûsê û 8 geştyarên Iraqî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin, birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)