Enes Hakkanî: Hejmara dibistanên ku ji bo keçan perwerdeyê didin wê bên zêdekirin

Endamê Buroya Siyasî yê Talîbanê Enes Hakkanî diyar kir ku perwerdeya keçan daxwaza hevpar a Efxaniyan e û di demeke nêz de wê li Efxanîstanê dibistana şeşemîn a keçan bê vekirin.

Ekleme: 04.05.2022 18:30:33 / Güncelleme: 04.05.2022 18:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Enes Hakkanî di civîna ciwanan û aktîvîstên sivîl ên li Hostê de axivî û diyar kir ku alimên dîn daxwaz dikin ku keç di bin ronahiya Îslam û çanda Efxanî de bên perwerdekirin.

Hakkanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Bila tu kes nefikire  Îslam pêşîya xebateke rewa an jî xwendina qîzan ên ku ji bo ji welatîyên xwe xizmetê bikin dixwînin dê bigire.”

Wî diyar kir ku beriya niha Wezareta Perwerdehiya Neteweyî behsa girtina dibistanên keçan nekiribû û di demeke nêz de dê pirsgirêka perwerdeya li derveyî welêt a keçan jî bên çareserkirin.

Hakkanî her wiha bi bîr xist ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di daxuyaniya xwe de ragihandiye  ew ê qebûl nekin ku zext û ferman derheqê qîzên bîyanî yan jî qîzên rayedaran de jî  bên kirin neyên qebûlkirin.

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re dibistanên keçan dikarin heta pola şeşan perwerdeyê bidin. Lê belê dibistanên keçan ên li ser pola 7emîn  hatine taloqkirin. (ÎLKHA)