Li Stenbolê 582 koçber hatin girtin

Hat ragihandin ku li Stenbolê 582 koçberên ku bi qaçaxî derbasî welêt bûne hatin girtin.

Ekleme: 04.05.2022 15:45:13 / Güncelleme: 04.05.2022 15:45:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di 3yê Gulanê de li ser "Koçberên Bêdestûr ên bi Hemwelatiyên Biyanî re" lêkolîn hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku koçberên neqanûnî yên hatine desteserkirin ji bo karên dersînorkirinê sewqî Navenda Şandinê ya Tûzlayê hatine kirin. (ÎLKHA)