Ji Weqfa Karwana Hêvîyê peyama Şeva Qedrê

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê, bi minasebeta Şeva Qedrê yê ku di wê şevê de Qurana Pîroz hatîye şîyandin peyamek belav kir.

Ekleme: 27.04.2022 11:25:29 / Güncelleme: 27.04.2022 11:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kurtaran di peyamê de weha got: “Em wa dighêjin rojên dawîn yên ku rehmet li ser me wek baranê dibare. Em Misilmanan meha Recep û Şabanê îdrek kir. Niha jî em rojên dawîyên meha Remezanê yê ku serê wê rehmet, nava wê mexfîret û dawîya wê ji azadbûna ji cehennemê ye jîyan dikin. Bila Rebbê me Şeva Qedrê yê ku di nav wê 10 rojên dawîn de ye ji ummetê re bike wesîleya xêrê û em jî ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila vê rojê ji me re bike nisîb ku em di vê rojê de îxtîyacîyên mixtacan bibînin û li ber derdên wan jî bibin dertdar.” (ÎLKHA)