Ji Cemîyeta Mustez’efan ji bo Roja Qudsê ya Cîhanê peyam

Cemîyeta Mustez’efan bal li ser êrîşên rejima îşxalker ya ku li Filistînê dike kişand û ji bona ku zilma li Filistînê tê kirin di rojevê de bimîne û bi minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê peyamek belav kir.

Ekleme: 26.04.2022 14:35:34 / Güncelleme: 26.04.2022 14:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda Giştî yê Cemîyeta Mustez’efan ji ber ku roja Înê ya dawîya Remezanê Roja Qudsê ya Cîhanê ye, bi minasebeta wê rojê peyamek belav kir û îfade kir ku ji hemû bernameyên ku bên tertîpkirin re  ew ê beşdar bibin.

Peyama ku bi selat û selaman dest pê kir bi ayeta yekemîn a Sureya Îsrayê berdewam kir “Ew Xwedayê ku, ji bona ku hinek ayetên xwe nîşan bidin me ‘evdê xwe (Hz Muhammed) di nava şevekî nişkav de ji Mescîdî Heramê bir Mescîdî Eqsayê yê ku me derdorê wî bi bereket kirîye şan û şerefa wê gelek zêdeye. Bê guman ew, bi heqqî dibihisîne, bi heqqê dibîne.”

Di peyamê de hat destnîşankirin ku şebeka terorê a sîyonîst nêzê sed sale ji teref Îngîlîzan ve wek tovê fitnê li derdorê wan ‘erdên ku hatîye bi bereketkirin hatîye avêtin û peyam weha berdewam kir, “Esareta Quds û Mescîdî Eqsa yê ku ji teref îsraîl a ku wek tova fitneyê yê mêwê te’l e ve hatîye îşxalkirin, digel li ber çavên Misilmanên ku bi nifusa xwe bi milyaranin berdewam dike. Misilmanên ku duçarê îxtîlaf û vehnê bûne, bi tenê şahidê wan qetlîamên bi jan û bi keder dibin.”

Di peyamê de bal li ser sebeba îstîlaya Xaçperestan ku di tarîxê de kiribûn hat kişandin ku ew ji ber beşavbûn û xefleta ummetê pişt girtine û êrîş kirine dû re peyam weha berdewam kir, “Halbûkî micadeleya Quds û Eqsayê wezîfeya dewletek an jî nîjadek nîne, dijane ev mesele mesulîyeteke ulvî yê ku hemû ummetê eleqedar dike ye. Ji ber vê yekê ev coxrafyaya ku ji zilma rejima îşxalker re dûçar dibîne û ji ev hedîseyên ku çêdibin re, hemû ummet mesul e û ji bona ku Qudsê cardin Feth bike qasî qeweta xwe mesulîyetek li ser milê wî ye.”

Di dawîya peyamê de weha hat gotin, “Em bi navê Cemîyeta Mustez’efan destnîşan dikin ku ji bona azadîya Quds û Eqsayê ji hemû gavên ku tên avêtin re piştvanîyê dikin; bi vê wesîleyê, di çarçoveya Roja Qudsê ya Cîhanê ku di dawîya roja înê ya Remezanê de tê îdreqkirin de ji hemû daxuyanîyên çapemenîyê û hemû bernameyan re bi tevî temsîlkarîyên xwe û bi endamên xwe beşdar dibin û hêvîyê hemû Misilmanan dikin ku bila beşdarê van bernameyan bibin.” (ÎLKHA)