Ji Platforma Nesla Quranê li Rihayê zîyafeta Quranê

Ji teref Platforma Nesla Quranê ve li Parqa Turgut Ozala navçeya Halîlîyê ya Rihayê bernameya “Da’weta dua û zîyafeta Quranê” hat tertîpkirin û di bernameyê de ji teref hafizan ve Qurana Pîroz hat xwendin.

Ekleme: 22.04.2022 15:25:34 / Güncelleme: 22.04.2022 15:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bernameya ku piştî nimêja terawîhê hat destpêkirin re Abdusselam Bucak Pêşkêşkerîyê kir û bi xwendina duaya ku ji teref Hamza Küçükbayrak ve hat xwendin dawî bû.

Fadlullah Güneş, li ser navê Platforma Nesla Quranê axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku armanca wan xwendin û fêhmkirina Qurana Pîroz e.

“Ev kitêba ku ji bona şîret bê girtin hatîye şîyandin bê guman gerek bê xwendin û bê fêhmkirin”

Guneş di axavtina xwe de weha got, “Ev Quran; ji bona ku bi wî re bên hişyarîkirin, zanibin ku Xwedê yek e û mirovên xwedî eql ji bona ku şîretê bigrin teblîxekî ye.” (Îbrahîm- 52). Armanca sazîya platforma me; fealîyetên xwendin, fêhmkirin û jîyankirina Quranê yê ku rêberekî jîyanê ye ku bê kirin e. Ev kitêba ku ji bona şîret bê girtin hatîye şîyandin bê guman gerek bê xwendin û bê fêhmkirin. Gerek jîyan bi wî rê bigre, gerek şev û roj bi wî ronîdar bibe. Ev kitêba ku çi qas dem derbas dibe ew jî ew qas ciwan dibe, gerek di rojeva her Misilmanî de hebe.”

“Wextê me hindik e, wezîfeyên ku em bikin jî gelek zêde ne”

Guneş di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku di xebatan de armanca wan kirina wehdeta ummetê ye.

Guneş weha got, “Di van xebatan de armanca me çêkirina wehdeta ummetê ye, ji dûr ketine gotin û hereketên ku îxtîlafê zêde dike ye. Nexwe em zanin ku di vê demê de tiştên ku îxtîlafê zide bike bên kirin ji Îslam û Misilmanan re îxaneteke mezin e. Ev xebatên me yên ku em dikin, bi tevî endam û dildarên me li rojhilat, rojava, bakur û başûra welat tê kirin. Em di xebat û fealîyetên ku ji bona wehdeta ummetê feyda wî heye de bi qasî îmkanên xwe alîkarîyê didin û di sehayê da ne û em ji vê wezîfeyê re jî talibin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila me bi karên rêya Quranê bide mijûlkirin.” (ÎLKHA)