Li ser rêya Cizîr-Nisêbîn qeza: 2 mirî 1 birîndar

Hat destnîşankirin ku li ser rêya Cizîr-Nisêbîn qezayek pêk hat, di encama qezayê de 2 kes rehmet kirin û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 21.04.2022 12:05:27 / Güncelleme: 21.04.2022 12:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqaya 33 ABK 206 yê ku di bin qontrola Sedat K. de bû li nêzê gundê Serkanîyê li şerempolê teqle avêt û gêr bû, di encama qezayê de 2 jê pîrek 3 kes giran birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin û birîndaran jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Hat dîyarkirin ku Salîha K. û Şahîde K. Digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan û tedawîya Sedat K. Jî hê berdewam dike. (ÎLKHA)