Fransa Yetim Eli li Ugandayê ji malbatên feqîr re alîkarî kir

Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî ya Fransa Yetîm-Elî li Ûgandayê welatê Afrîkayê alîkariya pereyan da bi sedan kesên sêwî û hewcedar.

Ekleme: 10.04.2022 13:50:10 / Güncelleme: 10.04.2022 13:50:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Ûgandayê xebatên alîkariyê yên bi boneya Remezanê dewam dikin, Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî ya Fransa Yetîm-Elî ji bo kesên hewcedar û êtîm bikenin û dilxweş bibin xebatên xwe  didomîne.

Fransa Yetîm-Elîyê ku bi taybetî li Tanzanya, Filistîn, Tirkiye û welatên Balkanê li gelek welatan xebatên xwe dimeşîne, vê carê li Ugandayê ji kesên feqîr, jar û sêwî re alîkariya pereyan kir.

Alîkarê Serokê Fransa Yetîm-Elî  Ûmît Ataş, derbarê xebatên alîkariyê yên ku li Ûgandayê tên kirin de agahî da û got ku ew hêj xwe dighînin feqîr û êtîman.

Ataş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: “Alîkariya ku xêrxwazan dane me, em didin kesên sêwî û feqîr ên li Ûgandayê. Xwedê xêra xêrxwazan qebûl bike. Her ku alîkarî bigihêje me, em ê bigihîjinin zêdetir kesên hewcedar. Banga me bi taybetî ji bo Ewropayê û bi giştî ji hemû xêrxwazan re, ji bo em xwe bigihînin gelên vê erdnîgariyê, divê piçekî zêdetir fedekarî bê nîşandan.”(ÎLKHA)