Li Malîyê ji qetilkirina bi sedan sîwîlan re tehqîqat

Ji qetilkirina bi sedan sîwîlên ku ji teref Wagnerên rus yên leşkerên bi pere û artêşa Malîyê ve hatine kirin re tehqîqat hat destpêkirin.

Ekleme: 07.04.2022 11:30:31 / Güncelleme: 07.04.2022 11:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Dozgerîya Leşkerî ve hat daxuyandin ku wan sîwîlên ku di encama operasyonên di tarîxa 23-31ê Adarê de li gundê Mouraya li herêma Moptîyê de hatin qetilkirin, bi îddîaya ku ew “terorîst” bûn hatin qetilkirin.

Hat destnîşankirin ku dozgerî ew ê ji herêmê re lijne bişîne û encamê tehqîqatê jî ew ê bi raya giştî re bê belavkirin.

Rêxistina Nêrtina Heqên Însanê (HRW) jî di tarîxa 5ê Nîsanê de daxuyanîyek belav kiribû ku artêşa Malîyê û Wagnerên rus yên leşkerên bi pere herî kêm 300 sîwîlan qetilkirin. (ÎLKHA)