Îşxalkeran li Mescîdî Eqsayê ji nimêja Înê re sînora ‘emrê anî

Sîyonîstên şebekeya terorê, li Mescîdî Eqsayê ji nimêja înê re ji bona zilamên Filistînîyan sînora ‘emrê anî.

Ekleme: 06.04.2022 14:05:35 / Güncelleme: 06.04.2022 14:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Yekîneya Koordînasyona Aktîvîteyên Hikumetê yê artêşa îşalkerên ku ‘erdên Filistînîyan îşxal kirine ve hatîye daxuyandin ku di civînekî de yê ku Benny Gantzê Wezîrê Parastina îşxalker, Avîv Kohavîyê Serfermandearê artêşa îşxalker û yên dinê beşdar bûne, şertên têketina Filistînîyan yê ku di meha Remezanê de bikevin Mescîdî Eqsayê hat dîyarkirin.

Hat destnîşankirin ku pîrekên ku di bin îşxalê da ne, zarokên ku ‘emrên wan di binê 12 de ne û zilamên Filistînê yên ku ji 50î salî mezintirin têketina Mescîdî Eqsayê yê ji bona roja înê îzîn ew ê neyê dayîn. (ÎLKHA)