Li Macarîstanê tirên li mînîbûsê qelibî: Mirî û birîndar hene

Hat destnîşankirin ku li Macarîstanê tirênek li mînîbûseke qelibî, di encama qezayê de tirên jê rê derket.

Ekleme: 05.04.2022 10:55:28 / Güncelleme: 05.04.2022 10:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Mehellî hatine bidestxistin qamyonetek di seatên serê sibê de nêzê Mîndszentê ya li sînora Macarîstan-Sirbîstanê dema ku li ser rêya tirênê derbasê alîyê dinê bibe tirên lê qelibî.

Di encama qezayê de qamyonet teriqî û tirên jî ji rê derket.

Li gorî daxuyanîya polêsê yê ku ji çapemenîyê da ye, hê jî xebatên xelaskirinê berdewam dike û ew hê jî hêjmarên mirîyan destnîşan nekirine.

Hat îfadekirin ku di tirênê de 22 rêwî hebûn û herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)