Li Efxanîstanê tiryak û hemû madeyên serxweşker hatin qedexekirin

Mîrnişîna Îslamî ya Efxanistanê ragihand ku hilberandin û vexwarina hemû madeyên hişber û serxweşker li welêt hatin qedexekirin.

Ekleme: 03.04.2022 11:50:28 / Güncelleme: 03.04.2022 11:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li tevahiya welêt bikaranîna hemû madeyên hişbirê yên wek alkol, eroîn, hebên narkotîkê û esrarê hatine qedexekirin û kesên ku li gorî vê qedexeyê tevnegerin dê bên darizandin û cezakirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin fabrîqeyên ku tiryakê dihilberînin jî hatin qedexekirin, hat diyarkirin ku dê li seranserê welêt çandina haşhaşê neyê kirin. (ÎLKHA)