Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin di encama operasyona ku hat kirin de li Çeşmeya Îzmîrê 14 koçber û li Marmarîsa Muxlayê jî 56 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn, hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)