Li Îzmîr û Muxlayê 70 koçber hatin rizgarkirin
Hat ragihandin li Îzmîr û Muxlayê 70 koçber hatin rizgarkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin di encama operasyona ku hat kirin de li Çeşmeya Îzmîrê 14 koçber û li Marmarîsa Muxlayê jî 56 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn, hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)