Sepana lastîka zivistanê ya mecbûrî sibe bi dawî dibe

Sepana lastîka zivistanê ya mecbûrî ya ku sala borî bo wesayîtên ku di navbajarên de bar û rêwîyan vediguhezin hatibû îlankirin sibe bi dawî dibe.

Ekleme: 31.03.2022 08:40:30 / Güncelleme: 31.03.2022 08:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sala borî di yekê berfanbarê de bo wesayîtên ku di navbajaran de bar û rêwîyan vedihuhastin sepana lastîka zivistanê ya mecbûrî hatibû anîn. Ev sepana lastîka zivistanê ya mecbûrî ya ku hatibû îlankirin ji sibe bi dawî dibe.

Li gor rêziknameya ku ji teref Wezareta Ragihandin, Deryavanî û Telekomînasyonê ve hatiye amadekirin di navbera dîrokên yekê berfanbarê û yekê nîsanê de ew ê  destûr nayê dayîn wesayîtên ku lastîka zivistanê  tunebin li rêya xwe dewam bikin.(ÎLKHA)