Wezîrên Karên Derve yên Qetar û Efxenîstanê derheqê Balafirgeha Kabîlê de hevdîtin kirin

Emîrxan Muttakîyê Wezîrê Karên Derve yê Efxenîstanê bi Mohammed îbnî Abdulrahman Al-Thanîyê Wezîrê Karên Derve yê Qatarê re civîya.

Ekleme: 29.03.2022 09:40:30 / Güncelleme: 29.03.2022 09:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abdulkahar Belhîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de destnîşan kir ku Muttakî, li Dohayê bi Alîkarê Serokwezîrê Qatar û Mohammed îbnî Abdulrahman Al-Thanîyê Wezîrê Karên Derve yê Qatarê re hevdîtinek kir.

Belhî, di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku ew meseleya şixulandina Balafirgeha Kabîlê bidestxistin û ji bona civîneke dinê jî li hev kirin.

Di berdewama daxuyanîya Belhîyê de hat dîyarkirin ku ew pêvajoya perwerdehîya li Efxenîstanê û zorîtîya îqtîsadîyê jî bidestxistin.

Ji civînê re Şêx Şahabuddîn Dîlawerê Wezîrê Neft û Maden yê Efxenîstanê û Karî Dîn Muhammed Hanîfê Wezîrê Ekonomîyê jî beşdar bûn. (ÎLKHA)