Li Somaliyê êrîşî baregeha leşkerî hat kirin

Hat diyarkirin ku li Mogadîşuyê baregeha Halane ya ku Neteweyên Yekbûyî jî di nav de gelek nûnertiyên dîplomatîk lê dihewîne rastî êrîşê hat.

Ekleme: 23.03.2022 16:15:33 / Güncelleme: 23.03.2022 16:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Somalî, endamên Heşda Şeibî li navçeya Halane ya ser bi firokexaneya navneteweyî ya Mogadîşûyê êrişî baregeheke leşkerî kirin.

Hat diyarkirin ku li nêzî balafirgehê pevçûn derketiye û hin çekdaran êrîşî deriyê sereke yê baregeha leşkerî kirine.

Rayedarekî  polîsan ji radyoya dewletê ya Somalî re got ku 2 çekdar hewl dan ku bikevin baregahê lê ji alîyê hêzên ewlekarî ve hatin bêbandor kirin.

Di vê navberê de, karbidestên Balafirgeha Navneteweyî ya Mogadîşu ji bo ewlehiyê hemî geştên xwe rawestand.

Li ser xaka baregeha leşkerî ya li Halana, hejmarek balyozxaneyên Amerîka û Brîtanya Mezin, herwiha ofîsa Neteweyên Yekbûyî û baregeha mîsyona parastina aştiyê ya Yekîtiya Afrîqa li Somaliyê hene.

Eş-Şebab berpirsiyariya êrîşan girt ser xwe, lê rayedaran hîna vê yekê teyîd nekirine.(ÎLKHA)