• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Somaliyê êrîşî baregeha leşkerî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî medyaya Somalî, endamên Heşda Şeibî li navçeya Halane ya ser bi firokexaneya navneteweyî ya Mogadîşûyê êrişî baregeheke leşkerî kirin.

Hat diyarkirin ku li nêzî balafirgehê pevçûn derketiye û hin çekdaran êrîşî deriyê sereke yê baregeha leşkerî kirine.

Rayedarekî  polîsan ji radyoya dewletê ya Somalî re got ku 2 çekdar hewl dan ku bikevin baregahê lê ji alîyê hêzên ewlekarî ve hatin bêbandor kirin.

Di vê navberê de, karbidestên Balafirgeha Navneteweyî ya Mogadîşu ji bo ewlehiyê hemî geştên xwe rawestand.

Li ser xaka baregeha leşkerî ya li Halana, hejmarek balyozxaneyên Amerîka û Brîtanya Mezin, herwiha ofîsa Neteweyên Yekbûyî û baregeha mîsyona parastina aştiyê ya Yekîtiya Afrîqa li Somaliyê hene.

Eş-Şebab berpirsiyariya êrîşan girt ser xwe, lê rayedaran hîna vê yekê teyîd nekirine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir