Hêjmarên miltecîyên ku ji Ukraynayê revîyane 3 milyon û 500 hezarî derbas kir

Ji destpêka êrîşên Rusyayê heta niha hêjmarên miltecîyên ku ji Ukraynayê revîyan derket 3 milyon û 556 hezaran.

Ekleme: 22.03.2022 16:09:32 / Güncelleme: 22.03.2022 16:09:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên dawîn yê ku ji teref Ajansa Miltecîya Yekbûnîya Neteweyî (UNCHR) ve hat belavkirin, ji destpêka êrîşên Rusyayê heta niha 3 milyon 556 hezar û 924 kes Ukraynayê terk kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji wan kesên ku revîyane zêdetirê 2 milyonî wan çûne Polonyayê.

Matthew Saltmarshê Berdevkê yê UNCHRê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ev rewş ji bona xelqê Ukraynayê meseleyeke fecîye û ev hêjmar jî di nav mehekî de ew qas bûye.

Saltmarsh, di dawîya daxuyanîya xwe de ragihand ku ev rewşa qrîza miltecîyan, bi lezbûnî û mezinbûnîya xwe li gorî rewşên dawî ne tişteke asayîye û tişteke wisa jî nehatîye dîtin. (ÎLKHA)