Hêjmarên miltecîyên ku ji Ukraynayê revîyane 3 milyon û 500 hezarî derbas kir
Ji destpêka êrîşên Rusyayê heta niha hêjmarên miltecîyên ku ji Ukraynayê revîyan derket 3 milyon û 556 hezaran.
![Hêjmarên miltecîyên ku ji Ukraynayê revîyane 3 milyon û 500 hezarî derbas kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/jRbMeFXQPh8qZvP8n_PSpwfmHjA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/12/hejmaren-milteciyen-ku-ji-ukraynaye-reviyane-3-milyon-u-500-hezari-derbas-kir-4f37d660.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî daneyên dawîn yê ku ji teref Ajansa Miltecîya Yekbûnîya Neteweyî (UNCHR) ve hat belavkirin, ji destpêka êrîşên Rusyayê heta niha 3 milyon 556 hezar û 924 kes Ukraynayê terk kirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji wan kesên ku revîyane zêdetirê 2 milyonî wan çûne Polonyayê.
Matthew Saltmarshê Berdevkê yê UNCHRê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ev rewş ji bona xelqê Ukraynayê meseleyeke fecîye û ev hêjmar jî di nav mehekî de ew qas bûye.
Saltmarsh, di dawîya daxuyanîya xwe de ragihand ku ev rewşa qrîza miltecîyan, bi lezbûnî û mezinbûnîya xwe li gorî rewşên dawî ne tişteke asayîye û tişteke wisa jî nehatîye dîtin. (ÎLKHA)