Li Hîndîstanê 17 kes ji ber eraqê mirin

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Bîhara Hîndîstanê 17 kes ji ber eraqê mirin.

Ekleme: 21.03.2022 08:45:30 / Güncelleme: 21.03.2022 08:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Bîhara ku li Rojhilata Hîndîstanê ye û di sala 2016an pê de firotin û hilberandina eraqê hatibû qedexekirin, di 2 rojên dawîn de ji ber eraqê mirin pêk hatin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li herêma Madhepurê 3, li herêma Bankê 9, li herêma Bhagalpurê 4 û li bajara Murlîganjê jî 1 kes tev de 17 kes canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku vexwarina eraqê bi taybetî di dema pîrozbayîya festîwala Holîyê ya Hînduyan de zêde dibe. (ÎLKHA)